Dawetên Geverê: Ji parçeyên din ên Kurdistanê jî xelk beşdar dibe

02-08-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Dawetên Geverê: Ji parçeyên din ên Kurdistanê jî xelk beşdar bûn
Dawetên Geverê: Ji parçeyên din ên Kurdistanê jî xelk beşdar bûn
Nîşan Dawet Gever
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) – Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi dawetên xwe yên qelebalix û rengîn navdar e.

Di van salên dawî de xelk ji Başûrê Kurdistanê jî beşdarî dawetên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî yên Colemêrgê dibe.

Çi li gundan be çi li navenda navçeyê, di dawetên vê deverê de dîmenên balkêş derdikevine holê.

Birazava Sîracettîn Kexî got, “Coşeke gelekî mezin heye, ji metropolên Tirkiyeyê, ji Kurdistanê, ji Başûrê Kurdistanê mêvan beşdarî şahiyê bûne, herwiha ji Ewropayê jî mêvan hebûn.”

Yek ji taybetmendiyên dawetên Geverê xemilandina bûkan a bi zêran e.

Gelek caran dawetên Geverê bi zêr û pere û şabaşên xwe yên zêde dibine mijara medya û torên civakî.

“Ji bo dawetê ji Kurdistana Iraqê, ji Îranê, ji Stenbolê mêvan hatine”

Hunermend Nevzat Çiftçî li ser dawetên Geverê got:

“Ji bo vê dawetê ji Kurdistana Iraqê, ji Îranê, ji Stenbolê mêvan hatine, ji her derê mevan hatine.

Em jî ji ber vê beşdariyê gelekî kêfxweş in ku karibin xizmeta vî xelkî bikin û em gelekî spasiya Rudawê jî dikin ku îro li vir amade ye.”

Piraniya xelkê navçeyên Gever, Şemzînan, Çelê û Rûbarokê yên Colemêrgê li Başûrê Kurdistanê xizmên wan hene. Ew jî wiha dike ku di dawetan de xelkê Bakur û Başûrê Kurdistanê bigihin hev.

“Me çi qelebalixên wiha nedîtine”

Mêvanê dawetê Zubeyd Kejo anî ziman, “Me çi qelebalixên wiha nedîtine. Qelabalixeke zêde ye, daweta malbateke mezin e, em jî ji bo xatira wan hatin. Gelek kes ji Kurdistana Iraqê, û Îranê hatine û em pîrozbahiyê li bûk û zava dikin.”

Mêvanekî din ê dawetê Ubeyd Mistefa jî got, “Daweteke gelekî xweş e. Me gelek kes dîtin, yên biyanî jî hebûn, me hinek kesûkarên xwe ji zû ve nedîtibûn, me ew jî dîtin.”

Dawetên Geverê heta çend sal beriya niha jî 3 heta 4 rojan berdewam dikir lê di van salên dawî de ji ber zêdebûna hejmara dawetan êdî her dawet ya di rojekê de yan jî rojek û nîvê de bi dawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst