Tirkiyeyê di 24 demjimêran de 250 koçber dersînor kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê di 24 demjimêran de 250 koçberên ji Sûriyeyê bi rêya Deriyê Bab El-Hewa yê li bakurê Idlibê re dersînor kirin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, Hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta ku kaxezên wan ên fermî nînin, di 24 demjimêrên dawî de 250 koçberên ji Sûriyeyê dersînorî welatê wan kirin.

SOHRê destnîşan kir ku piraniya wan nasname wergirtiye.

Hikûmeta Tirkiyeyê herwiha zêdetirî 160 koçberên ji Sûriyeyê bi rêya deriyên Girê Spî û Serê Kaniyê dersînor kirin ku piraniya wan koçberan jî nasnameya Sûriyeyê li ba wan nîne.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji destpêka sala 2023an heta niha zêdetirî hezar koçberên ji Sûriyeyê dersînor kirine.