Li Meletiyê xortek xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Meletiyê xortek ji bo ku hênik bibe ket golê lê tê de xeniqî.

Li navçeya Meletiya Kevin a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê xortekî 19 salî xeniqî. 

Abdullah Çîçek (19) li Taxa Orduzuyê li nêzîkî Gelîncîktepeyê ji bo ku hênik bibe, ket golê û tê de winda bû.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirina Binê Avê ya Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin çûn cihê bûyerê.

Tîma rizgarkirinê piştî xebata ku 2 saet û nîvan ajot cesedê Abdullah Çîçek dît.

Hat zanîn ku Abdullah Çîçek li Gelîncîktepeyê di şantiyeyê de dixebitî. 

Tîman, cesedê Abdullah Çîçek şand Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.