AMED – Tîma tenduristiyê rastî êrişê hat: 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, çend kesan ji ber nîqaşa rêdayîna trafîkê êrişî tîma Tenduristiyê ya Acîlê kir û di encamê de 4 karmendên tenduristiyê birîndar bûn.

Piştî ku tîma Tenduristiyê ya Acîlê nexweşek bire Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ji bo ku vegere cihê erka xwe da rê.  

Li Xaçerêya Dîclekentê ya Taxa Talaytepeyê ya navçeya Kayapinarê di navbera ajokarekî û karmendên tenduristiyê yên di ambulansê de ji ber rênedayînê nîqaş derket.

Kesên di otomobîlê de pêşiya ambulansê girt û wan êrişî karmendên tenduristiyê kir.

Ji karmendên tenduristiyê Ş.O û M.E hatin kêrkirin, F.T û E.D jî hatin derbkirin.

Tîmeke din a tenduristiyê çû cihê bûyerê û karmendên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê.

Xebatkarên tenduristiyê piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.

Polîsan ji bo girtina êrişkarên ku reviyan xebat da destpêkirin.