Li Waşingtonê şandeke Wezareta Pêşmerge bi rayedarên Pentagonê re civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, berpirsên Pentagonê bi şandeke Wezareta Pêşmerge re civiyane û naveroka civînê li ser pirsa siyaseta niha ya têkoşîna li dijî DAIŞê û têkşikandina temamî ya wê bûye.

Şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Pêşmerge Şoriş Ismaîl bi serdanekê li Amerîkayê ye û di çarçoveya serdana xwe de bi rayedarên Pentagonê re civiyane.

Hêj derbarê naveroka civîna herdu aliyan de bi fermî ti zanyarî nehatine belavkirin.

Herwiha biryar e di çend rojên bihê de jî ew şanda Wezareta Pêşmerge li Wahsingtonê hejmareke civînên din li gel berpirsên Amerîkayê saz bikin.

Berî serdana wan bo Washingtonê, Wezîrê Pêşmerge heftiya bihorî li gel berpirsên Wezareta Berevaniya Brîtanyayê jî civiyabû.

Heya niha ti endamekî şanda Herêma Kurdistanê ne amade ye li ser van civîn û serdanan biaxivin.