Li Efrînê 5 kes ji yek malbatê bi cezayên giran hatin sizadan

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, dadgehek ser bi opozisyona Sûriyê ve 5 kes ji malbateke Kurd bi cezayên giran hukim kirin.

Di zindaneke ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê de, jinek bi 12 salan û ciwanekî 20 salî jî bi hukmê Îdamê hatine sizadan.

Kesên kui ceza li ser wan hatine birrîn ev in:

Zêneb Mihemed Olaşî 12 sal

Izedîn Yûsif Mistefa 13 sal

Mistefa Mihemed Mistefa 13 sal

Yûsif Mistefa Hisên 3 sal

Cezayê darvekirinê ji bo Hisên Yûsif Mistefa Hisên hatiye sepandin.

Ji bajarê Helebê, Ehmed Mistefa Hisên, mamê ciwanê Kurd ê hukmkirî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, gunehê kesûkarên wî tenê ew e ku Kurd in û li Efrînê mane.

Ehmed Mistefa Hisên got “ Ez bi navê malbatê bangli saziyê cîhanê û Kurdan dikim ku gişt li dijê vê yekê rabin û vî hikmê li ser vî gencî rawestînin. Me tiştek nekiriye, ev hikm zilm e ku li ser vî zarokî sepandine. Cezayê îdamê li ti derê nemaye ku vî zarokî îdam bikim. Vî zarokî çi kiriye? Gunehî tenê ku Kurmanc e û li Efrînê rûniştî ne.”

Malbata Kurd a ku endamên wê hatine hukmkirin ji bajarokê Şiyê ye û li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê niştecî bûn.

Ew di navbera meha Nîsan û Hezîrana sala 2021ê de, bi tohmeta pêwendiya ligel Rêveberiya Xweser, li ser destê Îstixbarata Tirkiyê û polîsên opozisyona Sûriyê hatibûn girtin û li zindana gundê Maratê hatibûn zindanîkirin.