Li Rojavayê Kurdistanê rojnamevanek hat girtin

02-08-2022
RÛDAW
Nîşan Berzan Ferman Qamişlo Girtina Rojnamevanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê rojnamevan Berzan Ferman hat girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Endamekî malbata rojnamevan Barzan Ferman ji Rûdawê re ragihand, îro sêşemî saet 12:15ê piştî nîvro 3 kesên rûpoş ku yek ji wan çekdar bû, ew girtin û bi vaneke spî birin bêyî ku sedema girtina wî diyar bikin.

Endamê malbata Berzan Ferman herwiha got “Me peywendî ligel Asayişê û aliyên pêwendîdar jî kir, lê kesekî bersiva me neda. Lewma ew daxwaz dikin ku çarenivîsa Berzan bê eşkerekirin.”

Navçeyên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, ji wan deverên ku rêxistinên navdewletî yên parastina rojnamevanan li ser wan şîroveyên neyînî kirine.

Di dawiya Hezîranê de, Nûçegihanên Bê Sînor ragihand ku rayedarên herêmê "sînorkirin" li ser rojnamevanan zêde kirine da ku "bêhtir li ser nûçeyan hûr bin."

Seroka dîska Rojhilata Navîn a rêxistina Fransî Sabrine Benoni, wê demê de gotibû ku "rojnamevanên serbixwe" di nav rêveberiya xweser de "ji ber ku ew neçar in ku beşdarî sendîkayeke desthilatdar bibin, xercên tomarkirinê zêde bidin karkirina wan her ku diçe dijwartir dibe ku lîsansa rojnamevaniyê jî nadin wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst