Girtiya 80 salî Makbule Ozer rakirin nexweşxaneyê

02-08-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Makbule Oze Hadî Ozer Girtiyên Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Makbule Ozer a 80 salî ku di Gulana borî de li Wanê bi hevjînê xwe Hadî Ozer re hatibû girtin, rakirin nexweşxaneyê.

Makbule Ozer bi gumana ku bi Kovîd-19ê ketiye li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê tê dermankirin.

Piştî kontrolê pîra 80 Salî Makbule Ozer dîsa şandin girtîgehê.

Çi bûbû?

Doza ku Makbule Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer ê 78 salî bi îdiaya "alîkariya rêxistina terorê" dihatin darizandin ceza li wan hat birrîn û di meha Gulanê de ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve ew ceza hatibû pesendkirin.

Piştî pesendkirina Dadgeha Bilind, Hadî û Nakbule Ozer di 8ê Gulanê de ji bo cezayê xwe yê berê yê 2 sal û 6 meh bikişînin, xwe radestî dozgeriyê kirbûn û ji bo girtîgehê hatibûn şandin.

Di 24ê Temûza 2018an de bi ser mala Ozer a li navçeya Artemêtan a Wanê de girtibûn û di encamê de bi ji heman malbatê 5 kes hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst