Ji serkirdeyên Herêma Kurdistanê peyamên Cejna Çilê Havînê

02-08-2022
RÛDAW
Nîşan Çejna Çilê Havînê Serok Mesûd Barzanî Nêçîrvan Barzanî Mesrûr Barzanî Kurdên Êzdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi mebesta Cejna Çileya Havînê Serkirdeyên Herêma Kurdistanê bi peyamên xwe Cejna Êzdiyan pîroz kirin. Serkirdeyên Herêma Kurdistanê di peyamên xwe de tekez kirin ku xebatên ji bo eşkerekirina çarenivîsa Êzdiyên revandî dê berdewam bin.

Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Çilê Havînê peyamên pîrozbahiyê belav kirin.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de Cejna Çilê Havînê pîroz kir û got:

“Bi helkefta cejna Çilê Havînê ya xwişk û birayên Êzdî pîrozbahiyeke germ li Encûmena Ruhanî û hemî Êzdiyêt Kurdistanê û cîhanê dikim.

Hêvîdarim xwişk û birayên Êzdî yên hemî cejn û helkeftên olî ya di aramî û tenahiyê de bibin ser.”

Serok Nêçîrvan Barzanî: Xebatên me yên ji bo dîtina Êzdiyan dê berdewam bin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li civaka Êzidî ya li cîhanê û Kurdistanê dijîn kir û tekez li ser wê yekê kir ku hewlên dîtina êzîdiyên revandî û eşkerekirina çarenivîsa wan dê berdewam bin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje “Cejna Çilê Havînê li hemû xwişk û birayên me yên Êzdî yên li Kurdistan û li her cihê dinyayê bin, bi taybetî jî yên ku hêşta di nava kampan da koçber in, bi germî pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejn aramî, xêr û xweşiyê bi xwe ra bîne.

Di hemû cejn û bîranînan da em xwişk û birayên xwe yên Êzdî yên ku bûne qurbanê destê terorê bi bîr tînin, li ber canê wan kemerbest dibên, malbatên revandiyan pişt rast dikin ku dê li ser xebatên xwe yên ji bona vedîtin, vegerandin û eşkerekirina çarenivîsa revandiyan berdewam bîn.

Hêviya cejneka aram û tena ji bo hemû Êzdiyan dixwazim. Her sal bi xêr û xweşî be.”

Mesrûr Barzanî: Xizmetên me yên ji bo gelê me yê Êzidî dê bedewam bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got “Bi boneya cejna çileya Havînê pîrozbahiyeke gerim pêşkêşî xwişk û birayên Êzidî yên Kurdistan û cîhanê dikim û hêvî dikim di rewşeke aram û ewle de cejna xwe derbas bikin.

Bi vê boneya hanê ev yek dubare dikin ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê karîn û hewlên xwe bo zêdetir xizmetkirina xwişk û birayên Êzidî û kêmkirina êş û elemên wan bi tevger dike.

Cejna Çilê Havînê pîroz be û hertim di nava xweşiyê de bin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst