Asayîşa Rojava li ser Nusret Tebiş daxuyanî da

02-08-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Asayişa Rojava Nusret Tebiş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê red kir ku kesek bi navê Nusret Tebiş di operasyona istixbarata Tirkiyê (MÎT) de hatibe kuştin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ajansa Andoluyê roja 30ê Temûzê li gor çavkaniyê ewlekariyê ragihandibû, kesek bi navê Nusret Tebiş ê bi nasnavê Rustem di operasyoneke taybet a MÎTê de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de hatiye kuştin.

Di nûçeyê de hatibû gotin, ku Tebiş yek ji bikerên teqîna 27ê Temûza 2008an a li navçeya Gûngûren a Stenbolê ye ku di encamê de 18 kes hatibûn kuştin û 154 kes jî birîndar bûbûn.

Derbarê mijarê de Asayişa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û nûçeya medyaya fermî ya Tirkiyê red kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) ragihand, “Dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk, her wiha hin rayedarên tirkan nûçeyeke wiha belav kiriye ku komeke istixbaratên wan kesekî bi navê “Nusret Tebîş” bi operasyoneke taybet li bajarê Hesekê armanc girtiye. Li gorî wê jî em ji aliyê xwe ve radigihînin ku ti bûyereke wiha pêk nehatiye û ev agahî bi temamî dûrî rastiyê ye.”

Di daxuyaniya Asayişa Rojavayê Kurdistanê de tê gotin, “nûçeyên wiha derew û sexte di çarçoveya şerê taybet de” ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tên weşandin û tekez dike, “Tirkiye bi van nûçeyan dixwaze derûnîya gelê me xirab bike û tevliheviyan çêbike.”

Asayişa Rêveberiya Xweser herwiha daxwaz ji gelê dike ku li bermaber nûçeyên wisa de baldar bin û dibêje, “divê gel û dostên me li hember şerê taybet û van nûçeyên wiha sexte baldar bin û ji bilî daxuyaniyên fermî yên ku ji aliyên têkildar ve derdikevin tiştekî bawer nekin û guhdariyê pê nekin.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst