Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzidiyan: Rewşa derûnî ya rizgarbûyan gelek xirab e

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Karûbarê Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Siûd Misto derbar Kurdên Êzidî yên rizgarbûyên ji destê DAIŞê de ragihand ku ev heyameke piştavaniya ji bo dihat kirin gelek kêm bûye û Rewşa derûnî ya rizgarbûyan gelek xerab e.

Rêveberê Giştî yê Karûbarê Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Siûd Misto beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa Kurdên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne û yên di kampan de dijîn kir.

Siûd Misto diyar kir ku bi boneya 8emîn salvegera êrişa DAIŞê bo ser Şingalê û ji bo bîranîna qurbaniyên wê komkujiya li dijî Kurdên Êzidî sibe 3yê Tebaxa 2022yan li navçeya Sêmilê ya Duhokê çalakyek tê birêve birin û tê de gotarên  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezreta Şehîd û Enfalkiriyan û qurbaniyan tên pêşkeşkirin û herwiha hinek pane dê derbarê êş azarên Kurdên Êziyan de bê sazkirin.

Misto da zanîn ku  ji 6417 kesên Kurdên Êdizî yên ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin, heta niha 3504 kes hatine rizgarkirin û got: “Ev projeyên piştevaniyê yên destpêkê ji bo rizgarbûyên ji destê DAIŞê, ev sê sal in gelek kêm bûne, ji ber vê yekê rewşa wan hem a madî û hem a derûnî gelek xirab bûye. Em dubarê ji vê derê banga aliyên peywendîdar dikin di herî alî de piştevaniya rizgarbûyên ji destê DAIŞê bikin.”

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzidiyan bal kişand li ser rewşa dijwar a jiyana Kurdên Êzidî yên li kampan dijîn û diyar kir ku hikûmeta Bexdayê ne alîkariya koçber dike û ne jî ji bo vegera koçberan bo Şingalê xebatekê dike û wiha pê de çû: “Di rastiyê de divê koçber vegerin li ser cih û warên xwe, lê mixabin berî ku Şingal were rizgarkirin hêviya xelkê Şingalê zêdetir hebû vegerin bajarê xwe. Ji ber hatina Heşda Şeibî û rewşa niha ya bajêr ti hêviya xelkê ya vegerê nîne. Hêviya xelkê me ew bû rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin, lê mixabin niha rewş aloztir bûye û berpirsê vê yekê jî hikûmeta Bexdayê ye. Eger ew rêkevtin were cîbicîkirin xelkê me dê ji vê rewşa koçberbûbnê rizgar bibin.”

Derbarê koçberbûna Kurdên Êzidî bo dervey Kurdistanê de jî Misto got: “Mixabin koçberbûneke zêde bo dervey welat heye û ev yek metirsiyeke mezin e. Parastina Kurdên Êzidî ne li kampa û ne li welatên din dibe, divê li cih û warên xwe Kurdên Êzidî bêne parastin û alîkariya wan bê kirin. Lewma em dibêjin divê di zûtirîn demê de rêkevtina Şingalê were cîbicîkirin.”

Qerebûkirina rizgarbûyên Êzdî hat rawestandin

Ji aliyê din ve hat zanîn ku proseya tormarkirina navên rizgarbûyên Kurdên Êzdî da ku bêne qerebûkirin, hate li paşxistin. Rêveberiya Karûbarên Revandiyan a Wezareta Karûbarên Civakî ya Iraqê Serab Ilyas dibêje, li paşxistina tomarkirina navan ku divêyaba îro dest pê kiriba, lê ew ji ber kêşeyên teknîkî ye û dê di nîveka vê mehê ji nû ve dest pê bike.

Qerebûkirina kurdên Êzdî yên ji destên DAIŞê hatine rizgarkirin li gorî yasayekê ye ku di Adara 2021ê de ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye pejirandin. Di Tîrmeha heman salê de, hikûmeta Iraqê Rêveberiya Karûbarên Rizgariyên DAIŞê ava kir da ku çavdêriya proseyê bike.

Rêvebera Karûbarên revandiyan Serab Ilyar ji Rûdawê re ragihand ku biryar e di nîvê vê mehê de dîsa were vekirin.

Serab Ilyas got ku ew pêşbînî dikin ku hejmara rizgarbûyên ku biryar e bêne qerebûkirin nêzîkî 4 hezar kesan be û piştî dosyên wan bêne kontrolkirin dê bêne qerebûkirin.

Êrişa DAIŞê bo ser Şingalê

Çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an, êrişî Şingal û derdora wê kirin. Di wan êrişên hov de bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û piraniya wan jin û zarok 6 hezar û 410 kes jî hatin revandin. 

Bi hezaran Kurdên Êzidî jî ku hewl didan cane xwe ji ber destê wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spartin Çiyayê Şingalê, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê. Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî di kampan de dijîn. 

DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî komkujkirin, kesên ku revandin miameleya weke ‘xenîmetên şer’ îşkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî lê kirin û ev yek jî weke tawaneneke mezin a mirovahiyê hat tomarkirin. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo nasandina vê tawanê mirovahiyê weke ‘cînosayd’ bi xebatên di astên cuda de hewl dide dengê Kurdên Êzidî bigihîne civaka navdewletî. 

Kurdên Êzidî jî komkujiya 3ê Tebaxa 2014an weke ‘Fermana 73an’ bi nav dikin.