Rapora CHPê: Hinek kelûpel ji %500 zêdetir biha bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Parlamenterê Semsûrê yê CHPê Abdurrahman Tutdere, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nav salekê de bihayê ard %487 û bihayê şekir jî %320 zêde bûye. Herwiha li gor heman raporê hinek kelûpel ji %500 zêdetir biha bûne.

Parlamenterê Semsûrê yê CHPê Abdurrahman Tutdere, rapora xwe ya derbarê bihayên pêdawîstiyên jiyanê yên bingehîn ên weke paçê zarokan, rûn, şekir, ard, zeytûn, salçe, nîsk, nok û çayê yên di navbera Tîrmeha 2021ê û Tebaxa 2022an de, ku li gor amarên Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) amade kirine, eşkere kir.

Li gor raporê, di nav salekê de bihayê penêr %143, bihayê rûnê gulberoj %160, bihayê paçê zarokan %172, bihayê şekir %320, bihayê ard jî %487 zêde bûye. Herwiha bihayê kîloyek nan, ku sala par bi 6 lîre û 43 quruşan bû, îsal gihiştiye 20 lîreyan.

Herwiha bihayên sotemeniyê jî bi awayekî berbiçav zêde bûne. Di nav salekê de bihayê benzînê %185, bihayê mazotê %233 zêde bûye û bihayê gaza xwezayî bo pîşesaziyê %601 û bihayê gaza xwezayî bo malan %146 zêde bûye.

Ev amarên Parlamenterê CHPê di demekê de, ku TUIKê 4ê Temûzê enflasyona meha Hezîrana 2022an bi rêjeya %4.95an û ya salane jî wek %78.62 eşkere kir. Lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %175.55an.