Saziya Ava Hesekê Wêstgeha Elok nû dike
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Ava Hesekê ya ser bi hikûemta Sûriyê ve kar li ser projeyeke çakkirin û nûjenkirina Wêstgeha Elok dike ku avê ji bo bajarê Hesekê, Til Temir û gundewarên wan dabîn dike.
Rêveberê Saziya Avê ya Hesekê ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve Mehmûd Ugle ragihandiye ku Saziya Avê ya Hesekê dest bi projeyeke nû kiriye.
Bi gotina Mehmûd Ugle, ew proje ji bo çakkirina Wêstgeha Elok e, bi awayekî giştî bi armanca zêdekirina qebareya avê û baştirkirina gihandina wê ji bo welatiyên li Hesekê û gundewarê rojavayê wî bajarî.
Her bi gotina Ugle, ew proje bi hevkarî ligel Heyva Sor a Sûrî û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor e.
Ew proje hemû amûrên pêwîst ji bo çakkirinê li xwe digire, û heta dema salekê dirêj dike û bi tevayî bidawî dibe.
Wêstgeha Elok 34 bîr û 12 pumpan li xwe digire û bi awayê asayî, rojane derdora 70 hezar metre sêgoşe avê dide.