Asayîşa Rêveberiya Xweser 8 kes bi tohmeta sîxurtiyê desteser kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hêzên wan 8 kes bi tometa sîxuriyê girtine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku , piştî şopandinê û komkirina zanyariyan 8 kes hatin desteserkirin.
Li gorî ragihandina Hêzên Ewlehiyê, girtina wan 8 kesan bi wê tometê bû ku, wan sîxurî ji istixbarata Tirkiyê re dikir û bûne sedema canjidestdana hejmarekê ji fermadeyên serbazî.
Her li gorî zanyariyên Hêzên Ewlehiyê, destên wan kesan di armanckirina hejmarekê ji navend û xalên leşkerî de, di cajidestdana fermandeya Encûmena Leşkerî ya Kobanê (Dîlar), Fermandeya Encûmena Eyn Îsa (Mizgîn Kobanê) û çend kesên de hebûye.
Piştre jî, Hêzên Ewlehiyê mikurhatinên yekî ji wan girtiyan bi deng û reng ragihand ku tê de li karê xwe mikur hat.
Navên kesên girtî jî ev in: Ehmed Mihemed Îbrahîm, Ebid Îsmaîl Îsa, Yasêr Xelîl Mihemed, Bekrî Mihemed îsa, Îsmaîl Mihemed Ibrahîm, Hisên Ehmed Mihemed, Ehmed Mehmûd Xelef û Şems El-Dîn Reşîd Qasim.