Asayîşa Rêveberiya Xweser 8 kes bi tohmeta sîxurtiyê desteser kirin

02-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hêzên wan 8 kes bi tometa sîxuriyê girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku , piştî şopandinê û komkirina zanyariyan 8 kes hatin desteserkirin.

Li gorî ragihandina Hêzên Ewlehiyê, girtina wan 8 kesan bi wê tometê bû ku, wan sîxurî ji istixbarata Tirkiyê re dikir û bûne sedema canjidestdana hejmarekê ji fermadeyên serbazî.

Her li gorî zanyariyên Hêzên Ewlehiyê, destên wan kesan di armanckirina hejmarekê ji navend û xalên leşkerî de, di cajidestdana fermandeya Encûmena Leşkerî ya Kobanê (Dîlar),  Fermandeya Encûmena Eyn Îsa (Mizgîn Kobanê) û çend kesên de hebûye.

Piştre jî, Hêzên Ewlehiyê mikurhatinên yekî ji wan girtiyan bi deng û reng ragihand ku tê de li karê xwe mikur hat.

Navên kesên girtî jî ev in: Ehmed Mihemed Îbrahîm, Ebid Îsmaîl Îsa, Yasêr Xelîl Mihemed, Bekrî Mihemed îsa, Îsmaîl Mihemed Ibrahîm, Hisên Ehmed Mihemed, Ehmed Mehmûd Xelef û Şems El-Dîn Reşîd Qasim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst