Artêşa Tirkiyê deverên Şera û Til Temirê topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Artrêşa Tirkiyê gundên Derdare yê Til Temirê topbaran kir û sê gundên navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî artêşa Tirkiyê gundê Derdare yê Til Temirê li Parêzgeha Hesekê topbaran kir û di encamê de jin û zarokek birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, îro ji gundewarên Serê Kaniyê, gundê Derdare yê Til Temir topbaran kirin, û di encam de jineke bi navê Ayîşe El Hesen ku 40 salî ye, û kurê wê Hisên Salim yê 4 salî birîndar bûne.

Ji ber topbarana artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, piraniya xelkê gundê Derdare malên xwe bicîh hiştine, û ji nav gund derketine.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûriyê 3 gundên Şerayê topbaran kirin

Herwiha artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê 3ê gundên navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên ji Şehbaê, Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisiyna Sûriyê yên girêdayî wê, gundên Meranaz, Elqemiye û Şewarixe, yên navçeya Şera ya Efrînê bi tûndî topbaran kirin.

Topbarana li gundên Efrînê, bi rêya topên hawinan tê encamdan, hêj ti zaniyarî li ser ziyanên wê topbaranê nehatine belavkirin.