Serok Mesûd Barzanî hêviya xweşiyê ji Kurdên Êzidî re xwest

02-08-2021
Nîşan Kurdên Êzidî Cejna Çileya Havînê Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî cejna Çileya Havînê li Kurdên Êzidî pîroz kir û ragihand, “Hêvîdar im ev cejn ji bo hemû Êzidiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibê destpêka xweşiyê.”

Serok Mesûd Barzanî îro 2yê Tebaxa 201ê bi boneya cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî peyamek pîrozbahiyê belav kir û pîrozbahî civata rûhanî ya Êzidiyan û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de hêviya xweşiyê û derbasbûna birîn û êşên Kurdên Êzidî xwest.

Barzanî got: “Bi helkefta cejna Çileya Havînê ya xwîş û birayên Êzidî pîrozbahiyeka germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev cejn ji bo hemû Êzidiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibê destpêka xweşiyê û kevînbûna hemû birîn û êş û azarên destê terorê. Hêviya min ew e ku xwîşk û birayên Êzidî jiyan û hemû cejn û helkeftên olî di aramî û tenahiyê de bi ser bibin. Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.”

Cejna Çileya Havînê cejneke serekî ya Kurdên Êzdî ye û her sal bi merasimên taybet li Perestgeha Lalişê ev cejn tê pîrozkirin. Kurdên Êzdî bi armanca beşdariya di vê cejnê de, ji derveyî welat û parçeyên Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê dikin.

Di merasîmê de dia têne kirin û qewlbêj ligel dengê def û şibabê stranên olî dibêje.

Kurdên Êzdî her sal weke vê hefteyê bi helkefta Cejna Çileya Havînê li Perestgeha Lalişê kom dibin û merasimên xwe yên olî li dar dixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst