Li çiyayên Kurdistanê hilberîna hingiv

02-08-2021
RÛDAW
Li çiyayên Kurdistanê hilberîna hingiv
Li çiyayên Kurdistanê hilberîna hingiv
Nîşan Hingiv Çiyayên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çiyayên Kurdistanê hingiv ji kewarên mêşa diherike, ev jî diyar dike ku li ber sala par, îsal dê ji bo hin mêşvanên Herêma Kurdistanê bibe berhemeke hêja. Lê ji xeynî çiyayan, li deverên germtir û zuwa, îsal şert û mercên hişkesaliyê zirarê dide kewarên mêşa.

Mêşvanên li çiyayan dibêjin ku zivistana nerm a bi berfa kêm ji bo mêşên wan xweş bûye. Mêşvanê li çiyayê Helgurd Cebar Nevandayî got "Îsal hişkesalî li çiyayan sûdmend bû. Li gorî par, hilberîn sê qat zêde bûye. Ji sala par ve sê qat zêde bûye."

Kulîlkên çolê îsal karîbûn li çiyayan geş bibin, lê ji ber kêm baranê li cîhên din têr gulpik tune bûn.

Mêşvanê ji Helbceyê Mihemed Qadir jî dibêje “Biharê baran hindik bariya. Mezinbûna kulîlkan ku hewcedariyên mêşhingivan dabîn bike têr nîbû. Hewa ne aram bû. Hin roj sar û rojên din jî germ bûn.”

Hingivê Kurdî xelatên navneteweyî distinin, lê ji ber hewayê hilberîn salane pir diguhere. Sala borî hingivên Herêma Kurdistanê nêzîkî 100 ton berhem dabûn. Li gorî daxuyaniya Komela Tora Mêşvanên Kurdistanê, îsal tê texmînkirin ku berhemanîna hingiv bigihîje 700 tonî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst