Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistamê ragihand ku endamên komeke ser bi DAIŞê hatine desteserkirin ku destê wan di êrişa ser avahiya Parêzgariya Hewlêrê de heye.


Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir ku plandaner û cîbicîkarên vê koma terorîstî ji pênc endamên sereke pêk hatine ku navê wan wan; Ebdurehman Rehîm Qadir, Bîlal Silêman Ebdurehman, Rehêl Mihemed Rostem ê bi nasnavê Elî, Mihemed Cebar û Mihemed Şêrzad e.


Li gor îtirafa wan, alîkar û handerê vê komê Îsmaîl Necmedîn Îsmaîl ê bi nasnavê Mela Îsmaîl Sûseyî bûye ku ji sala 2014an ve peywendî bi DAIŞê re kiriye û du car bey'et kiriye, tomara dengê xwe ji serkirdeyê DAIŞê re şandiye û amadebûna xwe ji bo her cure kar nîşan daye. Herwiha zanyariyên sîxûrî li ser hêzên Pêşmerge dane.


Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha ragihand: “Karê terorîstî yê herî dawî yê Îsmaîl Sûseyî dabînkirina çek, pere û pêwîstiyên din bûye ji bo wan kesên ku karê terorîstî bi ser avahiya Parêzgariya Hewlêrê de kirin, lê Îsmaîl Sûseyî di 03-07-2018an bi biryara dadger, ji aliyê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê ve, bi belgeya endamtiya DAIŞê hat desteserkirin û dest bi ser çek û cebilxaneya wî de hat danîn.”