Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê 20 gundên Dînarte hatine valakirin

02-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Duhok Dînarte PKK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê navbera Tirkiye û PKKê zerareke zêde gihandiye zozanên Herêma Kurdistanê

 

Serokê Şarederiya Bajarokê Dînarte yê ser bi parêzgeha Duhokê ve ragihand ku bi sedema bombebarana balefirên artêşa Tirkiyê 20 gundên ser bi wê nahiyê ve hatine valakirin. Xelkê wê nahiyê dibêjin, navçeya wan bûye devereke serbazî û êdî nema ti geştyar jî serdana bexçe û seyrangehên wan dikin.

 

Li Dînarteyê, berê rojane hejmareke zêde ya geştyaran serdana wê dikir. Lê ji ber bordûmana firokeyên Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîllayên PKKê, hejmareke kêm a geştyaran serdana vê derê dikin.


Xwediyê Baxê Geştyarî Ebdulla Fetah wiha got: “Ya rast, ev der cihekî qedexekirî ye, ew jî ji ber bordûmaman. Hejmareke kêm a xelkê tên vê derê. Du-sê sal berî niha gelek kes dihatin, lê ji wê dema navçeyên nêzîkê vê derê tên bordûmankirin, êdî xelk jî nema serdana vir dikin. Êdî xelk nayên."


Berî destpêkirina şerê navbera PKK û Artêşa Tirkiyê rojane nêzîka 50-60 malbatan serdana Havîngeha Qeşqûl dikirin. Lê niha kêm bûye û tenê çend malbat diçin wê derê û haya wan jî jê heye ku car car rewşa navçeyê ne aram e.


Geştyarê Qereqûşê Salim Yuhenna jî got: “Min nedizanî dibe armanc an na. Me pişta xwe bi xwedê girêda û hatin vê derê. Ya rast, em li hemû Iraqê nizanin çarenivîsa me çiye, ne tenê li vir."


Şerê navbera Artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê tenê bandor li warê geştûguzarî ya hinek navçeyên Herêma Kurdistanê nekir, lê zerareke zêde jî gihandiye sektora çandiniyê.


Cotkarê bi navê  Pîre Hacî Guhdar da zanîn ku ji ber şer çendîn bax û bistan hatine valakirin, ji ber ew cih gelek caran dibin armanca firokeyên şer ên Tirkiyê.


Serokê Şaredariya Dînarte Şaban Xelîl jî amaje bi wê yekê dide ku ji ber şerê navbera gerîlayên PKK û Artêşa Tirkiyê ji 87 gundên ser bi bajarok 20 gund hatine valakirin. Şaban Xelîl behsa wê yekê jî dike ku wî şerî zerareke zêde gihandiye

 

Vê aloziyê di salên derbasbûyî de jî gelek zerar gihandiye navçeyê. Lewra xelk daxwazê ji PKK û Artêşa Tirkiyê dikin ku şerê xwe li navçeya wan nekin û careke din nebin sedema koçberbûn û mexdûrbûna xelkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst