Şepêla Pêşerojê Siyamend Haco ji serokatiyê avêt

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdatiya partiya Şepêla Pêşerojê di daxuyaniyekê de ragihand, ku wan serokê vê partiyê Siyamend Haco ji posta wî dûr xistiye.

 

Di daxuyaniyê de ku kopiyeke wê ketiye destê Rûdawê, serkirdatiya Şepêla Pêşerojê radigihîne, ku wan biryara dûrxistina Siamend Haco ji posta serokatiya wê partiyê daye.

 

Li gorî daxuyaniyê, Siyamend Haco pabendî biryarên serkirdatiya partiyê nebûye û bi biryarên takane tevgeriyaye.

 

Endamê serkirdatiya Şepêla Pêşerojê û nûnerê wê di nûneratiya ENKSê ya li başûrê Kurdistanê de, Cîhad Hiso jî di daxuyaniyekê de ew agahî piştrast kir.


Şepêla Pêşerojê yek ji partiyên Rojavayê Kurdistanê û endamê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye.