VÎDEO - Li Rojava çend herêm û çend kanton hene?
Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Damezrîner a Sîstema Federal a Bakurê Sûriyê, roja pêncçembiya bihorî yasaya dabeşkirina birêveberiyên deverî pejirand.
Li gorî yasayê, axa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li ser sê herêmên Cizîr, Firat û Efrînê dabeş kiriye.
******
Di çarçoveya wan her sê herêman de, 6 kantonên xwerêveber hene, ku ji kantonên Heseke, Qamişlo, Kobanî, Girê Spî, Efrîn û Şehbayê pêk tên.
Herêma Cizîrê
Herêma Cizîrê li gorî yasaya nû ya dabeşkirina îdarî ya Federaliya Bakurê Sûriyê ji her du kantonên Heseke û Qamişlo pêk hatiye.
Kantona Heseke
Kantona Hesekê jî ji 4 navçeyên; Heseke - Dirbêsiyê - Serê Kaniyê û Til Temir pêk tê.
Navçeya Hesekê bi xwe jî navenda bajarê Hesekê û bajarokên Şedadî, Erîşe û Hol li xwe digire.
Navçeya Dirbêsiyê jî tenê navenda bajarê Dirbêsiyê û gundên derdora wê li xwe digire.
Herwiha navçeya Serê Kaniyê ji navenda bajarê Serê Kaniyê û bajarokê Zerkan û gundên derdora wan pêk tê.
Navçeya Til Temir jî navenda bajarê Til Temir û gundên derdorê li xwe digire.
Kantona Qamişlo
Kantona Qamişlo ji 2 navçeyên sereke pêk tê ku ev in: Qamişlo û Dêrik
Navçeya Qamişlo ji navenda bajarê Qamişlo, navçeyên Amûdê , Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Birak pêk hatiye.
Navçeya Dêrikê jî navenda bajarê Dêrik û bajarokên weke Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa li xwe digire.
************
Herêma Firat
Herêma Firatê di çaçroveya yasaya dabeşkirina herêmî ya nû de ji 2 kantonên Kobanî û Girê Sipî pêk tê.
Kantona Kobanî
Kantona Kobaniyê 2 navçeyan li xwe digire ku ew jî navçeyên Kobanî û Sirînê ne.
Navçeya Kobanî jî ji navenda bajarê Kobanî û bajarokên Şêranê û Qinaya pêk hatiye.
Herwiha navçeya Sirînê jî her du bajarokên Sirînê û Çelebiyê li xwe digire.
Kantona Girê Spî
Kantona Girê Sipî ku beşek ji Herêma Firatê ye, ji her sê navçe û bajarokên Girê Spî, Eyn Îsa û Silûk pêk tê.
****************
Herêma Efrînê
Herêma Efrînê ji 2 kantonan pêk tê, ku ev in: Efrîn û Şehba
Kanrona Efrîn
Kantona Efrînê ji 3 navçeyên; Efrîn, Cindirês, Reco pêk tê.
Navçeya Efrînê jî navenda bajara Efrînê û bajarokên Şêrawa, Mabata – Şeran ûMeydankê li xwe digire.
Navçeya Cindirêsê jî ji her du bajarokên, Cindirês û Şiyê pêk tê.
Navçeya Reco jî ji bajarokên Reco, Bilbilê, Meydana û Behdîna pêk hatiye.
Kantona Şehba
Kantona Şehba jî 1 navçeyê li xwe digire ku ev jî navçeya Til Rifet e.
Navçeya Til Rifetê bi xwe jî li bajarê Til Rifet û bajarokên Ehrez, Fafîn û Kefirnaya pêk tê.