VÎDEO - Li Rojava çend herêm û çend kanton hene?

02-08-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Damezrîner a Sîstema Federal a Bakurê Sûriyê, roja pêncçembiya bihorî yasaya dabeşkirina birêveberiyên deverî pejirand.

 

Li gorî yasayê, axa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li ser sê herêmên Cizîr, Firat û Efrînê dabeş kiriye.

 

******

 

Di çarçoveya wan her sê herêman de, 6 kantonên xwerêveber hene, ku ji kantonên Heseke, Qamişlo, Kobanî, Girê Spî, Efrîn û Şehbayê pêk tên.

 

Herêma Cizîrê

 

Herêma Cizîrê li gorî yasaya nû ya dabeşkirina îdarî ya Federaliya Bakurê Sûriyê ji her du kantonên Heseke û Qamişlo pêk hatiye.

 

Kantona Heseke

 

Kantona Hesekê jî ji 4 navçeyên; Heseke - Dirbêsiyê - Serê Kaniyê  û Til Temir pêk tê.

 

Navçeya Hesekê bi xwe jî navenda bajarê Hesekê û bajarokên Şedadî, Erîşe û Hol li xwe digire.

 

Navçeya Dirbêsiyê jî tenê navenda bajarê Dirbêsiyê û gundên derdora wê li xwe digire.

 

Herwiha navçeya Serê Kaniyê ji navenda bajarê Serê Kaniyê  û bajarokê Zerkan û gundên derdora wan pêk tê.

 

Navçeya Til Temir jî navenda bajarê Til Temir û gundên derdorê li xwe digire.

 

Kantona Qamişlo

 

Kantona Qamişlo ji 2 navçeyên sereke pêk tê ku ev in: Qamişlo û Dêrik


Navçeya Qamişlo ji navenda bajarê Qamişlo, navçeyên Amûdê , Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Birak pêk hatiye.

 

Navçeya Dêrikê jî navenda bajarê Dêrik û bajarokên weke Girkê Legê,  Til Koçer û Çilaxa li xwe digire.

 

************

 

Herêma Firat

 

Herêma Firatê di çaçroveya yasaya dabeşkirina herêmî ya nû de ji 2 kantonên Kobanî û Girê Sipî pêk tê.

 

Kantona Kobanî

 

Kantona Kobaniyê 2 navçeyan li xwe digire ku ew jî navçeyên Kobanî  û Sirînê ne.

 

Navçeya Kobanî jî ji navenda bajarê Kobanî û bajarokên Şêranê  û Qinaya pêk hatiye.

 

Herwiha navçeya Sirînê jî her du bajarokên Sirînê û Çelebiyê li xwe digire.

 

Kantona Girê Spî

 

Kantona Girê Sipî ku beşek ji Herêma Firatê ye, ji her sê navçe û bajarokên Girê Spî, Eyn Îsa û Silûk pêk tê.

 

 

****************

 

Herêma Efrînê

 

Herêma Efrînê ji 2 kantonan pêk tê, ku ev in: Efrîn û Şehba


Kanrona Efrîn

 

Kantona Efrînê ji 3 navçeyên; Efrîn, Cindirês, Reco pêk tê.

 

Navçeya Efrînê jî navenda bajara Efrînê û bajarokên Şêrawa, Mabata – Şeran ûMeydankê li xwe digire.

 

Navçeya Cindirêsê jî ji her du bajarokên, Cindirês û Şiyê pêk tê.

 

Navçeya Reco jî ji bajarokên Reco, Bilbilê, Meydana û Behdîna pêk hatiye.


Kantona Şehba

 

Kantona Şehba jî 1 navçeyê li xwe digire ku ev jî navçeya Til Rifet e.

 

Navçeya Til Rifetê bi xwe jî li bajarê Til Rifet û bajarokên Ehrez, Fafîn û Kefirnaya pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst