Dibistanên Rojava - Hikûmetê ala xwe li ser wan kozikan da diliqand

Rojavayê Kurdistanê (Rûdaw) – Ne tenê ji aliyê mafên neteweyî ve, lê belê di sektorên tendirûstî, perwerde û xizmetguzariyên jiyanê de jî, di bin kîn û zilma rêjîma Şamê de nalenala Rojavayê Kurdistanê bû.


Rojavayê welat bi xêr û bêra xwe navdar e, her ji petrolê bigire heta genim, ceh û nîskan. Ji xwe pemboyê Cezîrê têra 10 dewletan dikir. Niza kes heye bi zeytûnên Efrînê nehisyabe?! Lê dîsa jî gepa nan ji Kurdan re bi hisret bû.

Rêjîma Sûriyê ewqas xêra Rojava dixist bêrîka xwe, lê çavê wê bar nedibû hema dibistanekê jî li wan gundên ku zêr jê dibirin, ava bike. Lewma jî hema gundî neçar diman, ku bi xwe ji zarokên xwe re 2 odeyên bi kelpîçan ava bikin û navê wê dikirin, DIBISTAN. Dibistan çi dibistan bû. Nîv derî û nîv pencereyên şikestî. Di Zivistananê de sar û di demên Buharê de jî çipçipa dilopên baranê jê kêm nedibû. Hikûmetê jî bê şerm û fedî dihat alaya xwe li ser wê kozikê dixist.

Karîkatorîstê Kurd ê navdar Yasir Ehmed, ku li wan dibistanan mamostayetî kiriye dibêje: “Min li dibistana gundê Hofa ya başûrê Qamişlo mamostayetî kiriye. Zarokên gund ji sefa yekê û heta 6ê di yek odeyê de bûn û hemûyan bi hevre dixwend. Rewş ji hemû aliyan ve gelekî xerab bû. Çûn û hatina min bo dibistanê pir zehmet bû.”
Mamoste Yasir dibêje: “Tevî wan hemû nexweşiyên dijwar, lê gelek caran zarokên wan dibistanan dibûn dikto, endazyar, parêzer û mamoste.”

Mamoste Fayiz Temo jî dibêje: “Min di dibistanekê wisa kevnar de pola yekê xwend û dema ku ez bûm mamoste jî û piştî ewqas demî ez hatim û min di heman dibistanê de mamostayetî kir.”

 


Piştî pola 6ê jî, êdî li gelek gundan xwendin bi dawî dibû. Zarok yan ji xwe re dibûn şivan yan jî bêr davêtin ser mil û avdanî dikirin. Ê ma dê çi kiribana? Dibistanên amadehî yên piştî sefa 6ê li gundê wan û li nêzîk jî tune bûn. Divê çûba bajar û li wir xwendibana. Ji xwe ev ji feqîrê bav kêm mabû. Peydakirina gepa nanê zarokan nebesî wî bû, vêga barek din jî ketiba ser milê wî de.

Hinek malbat hebûn ku zarokên xwe dişandin dibistanên bajêr, lê wan zarokan jî gelek nexweşî didîtin. Bi wê zarokatiyê ji dê û bavê xwe dûr diketin. Heta ku li gund bûn gelek mamoste di dibistanê de bi Kurdî bi wan re diaxivîn û hîn fêrî Erebiya bajêr nebibûn. Yê ku xwe xelas dikir û zû fêr dibû, xwedê jê re çêdikir. Yê ku ber xwe jî nedidît, hema zû vedgeriya gund tenişta hevalên xwe yê şivan û yê avdançî.
 
Zanîngeh li bajarên Rojava qedexe kirin. Serê xwe xistibûn serê Kurdan. Ji Kurdan re digotin ma hûnê çi bikin ji xwendinê. Kurdan jî xwendekarên jêhatî dişandin zanîngehên Şam û Helebê û bi şehade vedgeriyan. Lê gelek malbat jî hebûn ku nikarîbûn zarokên xwe bişandana bajarên din ji bo xwendina zanîngehê û ji ber vê yekê jî bi hezaran Kurd bêşehade mane.

Ev hemû astengî û zehmetiyê di warê perwerdeyê de li Rojavayê Kurdistanê ne hema wisa ji ber xwe bûn. Hemû bi pilanên rêjîmê bûn. Wê dixwest xelk tenê jê re kom bikin û ew jî keda wan bixwe. Dixwest xelk nexwînin û nezan bin, ji ber wê jî ev kozikên kevnar tenê li navçeyên Kurdan hebûn û li Şam û Heleban tune bûn.