HIŞYARÎ – Heciyên Kurd tên xapandin!

02-08-2016
RÛDAW
Nîşan Hec Merîwan Neqşîbendî Ûmre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Pêwendiyên Derve yê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Merîwan Neqşîbendî diyar kir ku her sal ji bo kirîna Hecê hemwelatî nêzîkê 6 milyon dolaran didin şîrketên Hec û Ûmreyê lê ev pereyên wan vala diçin.

 

Werzê nû yê heca îsal nêzîk bûye. Îsal dê 3 hezar û 656 welatiyên Herêma Kurdistanê ferza hecê pêkbînin.

 

Lê ji ber daxwaza zêde yê hemwelatiyan û sînordarkirina beşa Herêma Kurdistanê ji aliyê rêveberiya Erebîstana Siûdî ve, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî her sal çend kesan ji bo kirîna heca welatiyan diyar dike. Ev kesên tên diyarkirin bi navê welatiyan weke wekîlên wan diçin sefera hecê dikin.  

 

Rêveberê Pêwendiyên Derve yê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Merîwan Neqşîbendî ji Rûdawê re ragihand ku salane ji aliyê wezaretê ve 30 heta 40 kes bi awayek fermi tên destnîşankirin da ku karê kirîna hecê bikin.

 

Neqşîbendî got ku ew kesên tên erkdarkirin berî de formê dadigrin, ew kes in ku di nav xelkê de xwedan bawerî ne û mûrşîdên olî ne.

  

Her sal 3 hezar kes heca sexta dikirin

 

Neqşîbendî daxuyand ku ji bilî vê karê fermî her sal hindek şîrket bi nêhînî karê kirîna hecê dikin û nêzîkê 3 hezar welatî jî ji wan heca xwe ji wan dikirin.

 

Neqşîbendî wiha axivî:

 

“Heta sala 2010ê li Siûdiyê nivîsîngehên kirîna hecê hebûn. Lê ji ber karê sextekarî, ev nivîsîngeh hatin girtin. Me jî ji bilî yên wezaretê, şîrket û nivîsîngehên din qedexekiriye.”

 

Li gor agahiyên ku Neqşîbendî dide, welatiyên ku dixwazin wezîfeya hecê bikirin, nêzîkê 800 dolaran didin şîrketan, ew jî 300 dolaran didin kesekî/ê Ereb û belgeyên werdigrin jî sexte derdikevin. Bi başî jî nizanin ka erkê hecê hatiye kirin yan na. Bi vî awayî şîrketên navborî salane bi vê rêyê nêzîkê 6 milyon dolaran bidest dixin.  

 

Rêveberê Pêwendiyên Derve yê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî daxuyand ku her sal hemwelatî ji bo karê sextekariyê giliyên xwe digehînin wan û wiha axivî:

 

“Em ji welatiyên xwe dixwazin bila ji bo kirîna Hecê pereyên xwe bi vî awayî xerc nekin. Ji ber ku em ne berpirsê her sextekariyekê ne.”

 

Endamê Komîsyona Bilind a Fetwa ya Herêma Kurdistanê Dr Ehmed Şafiî jî got ku ji aliyê şerîetê ve, tenê ji bo kesên mirî dikarin hecê bikirin. Yan jî ew kesên pêkeftî dikarin bikirin. Ji bilî vê jî ew kesên bi navê wan hecê dike, divê kesek bawerpêkirî be û hemû erkên hecê cîbicî bike.

 

Şafiî derbarê şîrket û kesên hecê dikirin jî wiha axivî:

 

“Pereyê welatiyên ku hecê dikirin vala diçe. Ji ber ku li Siûdiye kesên wisa bawerpêkirî peyda nabin. Ew kesên bi navê welatiyan hecê dikin, dibe ku di yek care de heca gelek kesên din jî kirîbin û soz dabine wan jî.”

 

Berpirsê Komeleya Şîrketên Hec û Ûmre yê Silêmaniyê Şêx Ebdulqahir Qeredaxî jî ji rûdawê re got ku di vê mijarê de îstîsmar heye û wiha axivî:

 

“Di salên derbasbûyî de me ew şîrketên karê kirîna hecê dikin, ji seferan dûrkir. Em pêşbînî dikin ku ji ber krîza darayî îsal karê kirîna hecê kêm be.”

 

Qeredaxî ku her sal li gel heciyan geşta Mekkeyê dike daxuyand ku ew ereb û xwendekarên Kurd ên li Erebîstana Siûdî jî ji bo karê kirîna hecê tên otêlan lê ew wan jî derdixin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst