KURDISTAN – Rojane 3 zilam dimirin

02-08-2016
RÛDAW
Nîşan Zilam Kuştin Xwekujî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di destpêka 6 mehên ewil ên 2016an de rojane 3 zilam yan xwedikuştine yan jî hatine kuştin.

Sekreterê Komeleya Yekîtiya Mêran Burhan Elî ji Rûdawê re got, di 6 mehên vê dawiyê de derbarê tundiya li dijî mêran de 329 gilî hatine kirin.


Burhan Elî diyar kir ku tundiya li hemberî mêran zêde bûye û wiha domand:


“Piranî zilamên pîr ên ji malên xwe hatine derxistin û zilamên ji aliyê hevjînên xwe rastî tundiyê tên, giliyan dikin.”


Elî wiha got: “Di destpêka 6 mehên ewil ên îsal de rojane 3 zilaman jiyana xwe ji dest dane. Par hejmar 187 kes bûn.”


Li gor daneyan îsal 5 zilam ji aliyê jinan ve bi piştgiriya hin kesên din hatine kuştin, lê par di heman demê de tenê 2 zilam hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst