Li Kampa Xanikê teqîn: Mirî û birîndar hene

02-07-2024
Nîşan Kampa Xanikê Teqîn Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kampa Xanikê ya li Dihokê teqînekê rû da, li gorî agahiyên destpêkê mirî û birîndar hene.

Birevebirê Saziya Koç û Koçberan a Dihokê Pîr Deyan li ser bûyerê got, “Di encama teqîna cilşoyekê de jineke 37 salî miriye.”

Çavkaniyeke ji hêzên ewlehiyê ya ku nexwest navê xwe eşkere bike jî Rûdawê re got:

“Hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û lêkolînan dest pêkiriye. Guman heye ku mayîn teqiyabe.”

Heman çavkaniyê da zanîn, “Jinek miriye û çend birîndar hene.”

Beşek ji Şingaliyên ku piştî êrişa DAIŞê ya sala 2014an ji cih û warê xwe bûne li Kampa Xanikê dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir