Li Silêmaniyê otomobîlek teqiya!

Hewlêr (Rûdaw) - Li Taxa Raperînê ya Silêmaniyê otomobîlek teqiya û 2 kes birîndar bûn.

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku otomobîl teqiyaye lê hîn sedema teqîna wê ne diyar e.

Li gorî agahiyên ku Asayîşê dane, teqînê îro derdora saet 11:30î rû daye.

Asayîşê diyar kir ku ajokarê otomobîlê û kesekî din ê di otomobîlê de bi giranî birîndar bûne.  

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed jî ji Rûdawê re da zanîn ku êgir girtiye depoya otomobîlê ya benzînê û paşê jî otomobîl teqiyaye.