ERDEXAN - Birûskê li garanê xist, 5 dewar mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Mêrdînikê ya Erdexana Bakurê Kurdistanê birûksê li garanê xist û 5 dewar mirar bûn.

Di vê germa havînê de li zozanên gundê Samzelekê yê Mêrdînikê baran barî û birûskê li garanê da.

5 dewar mirar bûn ku yên 3 şêniyên gundê Samzelekê bûn.

Erdexan ji nav de çend roj in ku li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê dem bi dem baran û şilî ye.

Îsal ji ber baranên vê demê xisareke zêde gihiştiye çandiniya Erdexanê.