Bekir Fetah: Awisturya dixwaze hilberîna xwe ya li Herêma Kurdistanê zêde bike

02-07-2024
Bekir Fetah bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bekir Fetah bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Awisturya Herêma Kurdistanê Îraq Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Îraqê yê Awisturyayê Bekir Fetah got, “Awisturya dixwaze hilberîna xwe ya li Herêma Kurdistanê zêde bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek hevdîtinên fermî do çû Awisturyayê.

Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg re hevdîtinan bike.

Ofîsa Serokatiyê destnîşan kir ku dê di hevdîtinan de mijarên wekî “bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Awisturyayê re û derfetên ji bo berfirehkirina hevkariyê” werin nirxandin.

Balyozê Îraqê yê Awisturyayê Bekir Fetah, serdana Nêçîrvan Barzanî û pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Awisturyayê re ji Rûdawê re nirxandin.

“Tiştên herî girîng ewlehî û aramî ne”

Bekir Fetah diyar kir ku pêwnediyên Îraq û Awisturyayê ber bi başbûnê ve diçin û got:

“Niha Awisturyayî hilberîna xwe ya li Îraq û Herêma Kurdistanê zêde bikin.

Ji bo ku karsaz karibin berê we bidin welatekî tiştên herî girîng ewlehî û aramî ne.

Her ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê baştir bibe dê şirketên Awisturyayê zêdetir berê xwe bibin Îraq û Kurdistanê.”

Bekir Fetah, li ser hêviya xwe ya ji ziyareta Nêçîrvan Barzanî got, “Ez hêvîdar im ev serdan pêngavên ku konsulxaneya Awisturyayê li Herêma Kurdistanê were vekirin xurttir bike.”

“Îraq ji bo Awisturyayê xwedî girîngiyeke taybet e”

Balyozê Îraqê yê Awisturyayê diyar kir ku pêwendiyên Îraq û Awisturyayê kevn in û wiha axivî:

“Pêwendiyên Îraq û Awisturyayê kevn in lê piştî dagirkirina Kuwêtê ev pêwendî xera bûn.

Piştî rûxîna rejîma berê pêwendiyan dîsa dest pê kir.

Par dema ku Balyozxaneya Awisturyayê ya Bexdayê vebû ji bo bihêzkirina pêwendiyên her du welatan gaveke girîng hat avêtin.

Pêwendî bi hêz dibin, Îraq ji bo Awisturyayê xwedî girîngiyeke taybet e.”

Bekir Fetah bi bîr anî ku Awisturya ji aliyê enerjiya kesk ve gelekî bi pêş ketiye û divê Îraq û Herêma Kurdistanê sûdê ji vê tecrubeyê wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst