Jineke Kurd hat dersînorkirin

02-07-2024
RÛDAW
Nîşan Zozan Baransson Tirkiye Swêd Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jineke Kurd hate girtin û piştre hate dersînorkirin.

Li gorî medyay Tirkiyeyê, jina bi navê Zozan Baransson li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di operasyoneke MÎT û cendirmeyan de hatiye desteserkirin.

Zozan Baranssona ku welatiya Swêdê ye demeke dirêj bû dihat şopandin piştî desteserkirinê hat dersînorkirin.

Li gorî ku medyaya Tirkiyeyê îdia dike, Zozan Baransson “berpirsa rêxistina jinan a Swêdê ya PKKyê ye”

Hat ragihandin, di dema desteserkirinê de Zozan Baransson diyar kiriye ku “ti pêwendiya wê bi PKK an KCKyê re nîne û tohmetên li hemberî xwe red kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst