Gelo asayîbûna pêwendiyên Enqere û Şamê mimkûn e?

02-07-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Enqere Şam Tirkiye Sûriye Recep Tayyîp Erdogan Beşar Esad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gelek nakokî û pirsgirêkan mijara asayîkirina pêwendiyan a di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de germ bûye.

Piştî daxuyaniya dawî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li ser asayîkirina pêwendiyan bi Suriyeyê re mijara pêwendiyên Şam û Enqerêyê û mijara koçber û penaberên Sûriyeyê di rojeva Tirkiyeyê de germ bûye. 

Li aliyê din, Şamê ji bo vegerandina pêwendiyan vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji nava xaka Sûriyeyê wekî merc daniye.

Aliyên nêzîkî Hikûmeta Tirkiyeyê ku berê li dijî Serokê Sûriyeyê Beşar Esed helwêsta wan gelekî tund bû niha eşkere dikin ku ew du welatên ciran in û pêwîst e hevdîtinên wan hebin.

Di mijara vegerandina koçber û penaberên Suriyeyê de li Tirkiyê zêde hêviyek nîne ji ber ku bawerî ew e ku koçber û penaberên Suriyeyê êdî naxwazin vegerin welatê xwe.

Erdogan piştî gelek gotinan got, “Birêz Esed”

Divê were gotin Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî demeke dirêj di gotareke xwe de dema behsa serokê Suriyeyê kir jê re got; "Birêz Esed."

Erdogan heman demê behsa ihtimala asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqereyê jî kir û helwêsta wî jî li beramberî Hikûmeta Suriyeyê nermtir bûye.

Recep Tayyîp Erdogan roja înê piştî nimêjê ji rojnamegeran re wiha gotibû:

“Li ser bipêşxistina pêwendiyên bi Sûriyeyê re em berê çawa bi hev re bûn, em dê dîsa bi hev re tev bigerin.

Ti carî derd û armanceke me ya em midaxeleyî karên navxwe yên Sûriyeyê bikin nebûye.”

Li gorî muxalefeta Tirkiyeyê, hikûmet di siyaseta karên derve û bi taybet ya Sûriyeyê de ne xwediyê helwêsteke cidî ye û di siyaseta wê de nakokî gelek in.

Aliyên nêzîkî hikûmetê jî eşkere dikin ku êdî rewşa siyasî ya cihan û navçeyî gihîştiye asteke nû ku Enqere neçar e bi Şamê re jî bi cîranên din re jî pêwendiyên xwe baştir bike.

“Pêwîste Enqere pêwendiyan bi Şamê re baş bike”

Kordînatorê Navenda Enstîtuya Fikira Stratejîk (SDE) Alper Tan li ser nîqaşên pêwendiyên Şam û Enqereyê wiha got:

“Bi taybetî piştî 7ê Çiriya Pêşînê Tofana Eqsayê û bûyerên li herêma me û cihanê nîşan dide ku welatên Misilman yên heremê pêwîst e di pêwendiyê de bin.

Loma çawa ku me wekî Tirkiyeyê pêwendiyên xwe bi Misirê re baş kirine pêwîst e em bi Şamê re jî bi ciranên din re jî pêwendiyên xwe baş bikin.”

Aliyekî sereke yê pêwendiyên Tirkiye û Suriyeyê mijara koçber û penaberan e.

Piştî daxuyaniyên Erdogan di nav siyaset û medyaya Tirkiyeyê de behsa vegerandina koçber û penaberên Suriyeyê jî zêde bûye.

Sazî û dezgehên li ser vê babetê jî kar dikin vegera penaberan û çareseriya vê pirsê ew qasî hêsan nabînin.

“Nabe penaber bên vegerandin”

Serokê Navenda Lêkolînên Koçber û Penaberan (İGAM) Metîn Çorabatir jî li ser mijarê wiha axivî:

“Eger Şam û Enqere nêzîkî hev bibin jî pêwîst e ku ev nêzîkbûn nebe sedema vegerandina koçberan.

Ji ber ku eger koçber li vir bimînin jî ev nayê wateya dijminkariyê.

Li gorî rêkeftinên navneteweyî û li gorî xalên destpêkê yên Peymana Cenevreyê bi eşkereyî behsa mafê penaberiyê tê kirin. “

Divê were gotin hikûmetên Tirkiye û Suriyeyê demek e bi rêya  dezgehên îstixbaratên xwe hevdîtinan dikin.

Lê vê carê hewlek heye ku êdî Erdogan û Beşar Esad rasterast destên xwe bixin destên hevdû û li ser maseyekê rûnên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst