Li gelek bajaran êrişî Sûriyeyiyan hatibû kirin: Mezlûm Ebdî daxuyanî da!

02-07-2024
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Qeyserî Êriş Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê got, "Em êrişên li ser gelê Sûriyeyê yên li Qeyseriya Tirkiyeyê şermezar dikin û banga parastina can û rûmeta wan dikin."

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseya hêrsbûyî xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li hêla din, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman didin.

Piştî van peyaman, li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji ber egera pêwendiyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, gelek çalakiyên mezin hebûn.

"Em êrişên li Qeyseriyê şermezar dikin"

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê êrişên li hemberî Sûriyeyiyan û xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe êrişên li Qeseriyê şermezar kir û wiha got:

"Tevgera xelkê Sûriyeyê ya li navçeyên dagîrkirî, tekez dike ku, eger çendîn em nakok bin jî lê doza rûmeta niştimanî û serxwebûna biryara Sûriyeyê armancên bingehîn in ku me dikine yek.

Di heman demê de em êrişên dijminane yên li ser xelkê Sûriyeyî yên li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê şermezar dikin û banga parastina jiyan û rûmeta wan dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser axa xwe berê û niha jî em pêşwazî li her welatparêzekî Sûriyê û birayên xwe dikin û heta niha jî destê me dirêjî hemû gelê Sûriyê ye ku em welat û gelê xwe rizgar bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst