Riha: Li kesên ku pirêze şewitandin 14 milyon lîre ceza hat birîn

02-07-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Şewitandina Pirêzeyan Hasan Şildak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 206  kesên ku piştî çînin û berhevkirina berhem, pirêze şewitandine 14 milyon lîre ceza hat birîn.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Hasan Şildak ragihan ku li seranserî parêzgehê di 15 rojên dawî de 206 kesên ku piştî çînin û berhevkirina berhem agir berdane zeviyên çandiniyê û qedexeyên di vî warî de bin pê kirine bi 14 milyon lîre pereyan hatine cezakirin.

Hasan Şildak amaje bi wê yekê da ku piştî çîna genim û berhem, şewitandina zeviyên çandiniyê dibe sedema agirên mezin û mirina  hemû zîndewerên di nav axê de.

Parêzgarê Rihayê ragihand ku ew kesên agir berdidin pirêzen xwe yên çandiniyê di heman demê de dibin sedem ku agir bi zeviyên cîranên wan û cihên niştecihbûnê bikevin û bi vê yekê jî gefê li can û malê welatiyan dixwin.

Şildak tekez kir ku ew dê li seranserê parêzgehê li ser tedbîrên xwe yên di vî warî de berdewam bin.

Di van demên dawî de li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûyerên şewatê zêde bûne.

Çend rojên borî di bûyerên şewatê yên li navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de 15 kesan canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst