Lîwaya 70yî li ser şewatan daxuyanî da: ‘Pêwendiya wan kesan bi me re nîne’

02-07-2024
Nîşan Lîwaya 70yî Şewat Herêma Kurdistanê Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîwaya 70yî ya Pêşmergeyan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar kir, pêwendiya kesên ku ji ber şewatan hatine girtin bi wan re nîne.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî doh gotibû, “Li ser şewatên li Îraq û Herêma Kurdistanê çend kes hatine desteserkirin ku pêwendiya wan bi PKKyê re heye.”

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê 3 tohmetbarên ku çavên wan girêdayî bûn anîn pêşiya kamerayan û Mîqdad Mîrî got, “Endamên komekê tirsnak in ku girêdayî PKKyê ye.”

Birêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî jî gotibû, “PKK li pişt van bûyeran e.”

KCKyê piştî van daxuyaniyan gotibû, “Ti eleqeye daxuyaniyê bi rastiyê re nîne û ev yek îftira û manîpulasyon e.”

Hêmin Mîranî: Li Lîwaya 70yî peywirdar e

Hêmin Mîranî di heman daxuyaniyê de diyar kirbû ku pêwendiya wan kesan bi Lîwaya 70yî re heye û anibû zimên:

“Huner Fexredîn Ehmedê ku li Lîwaya 70yî ya Pêşmergeyan peywirdar e li serê wê şebekeyê ye.

Kesekî din jî Mihemed Necat Hesen e ku li Dijîterora Silêmaniyê pêywirdarekî pilebilind e.

PKKyê ew û endamekî xwe perwerde kirine da ku van karan bikin.”

“Ti pêwendiya me bi şewatan re nîne”

Lîwaya 70yî ya Pêşmergeyan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser van gotinan daxuyaniyek da û got:

“Em dixwazin ji raya giştî re eşkere bikin ku ti pêwendiya me û hêzên din ên li Herêma Kurdistanê bi şewatên li Hewlêr, Dihok û Kerkûkê re nîne.

Dayîna navê hêzên me û bajarê Silêmaniyê ecêb e û cihê dilgiraniyê ye.

Nûnerê Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê got ku gumanbaran ji bo pereyan ev kar kiriye, ev jî tê wateya ku pêwendiya wan kesan bi ti awayî bi hêzên me re nîne.

Em li bendê ne ku hêzên ewlehiyên yên Îraqê li ser mijarê lekolînan bikin û ji raya giştî re ragihînin ku ew dê tawanbaran darizînin û ceza bidin wan.”

Sadî Ehmed Pîre: Ji bo hilbijartinê ye

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre jî daxuyaniyeke cuda da û got:

“Sûcdarkirina YNKyê bi şewitandina bazarên li Herêma Kurdistanê parçeyek ji kampanyaya hilbijartinê ye.

Ev daxuyanî beşek e ji nakokiyên siyasî yên nav partiyan.”

Şewatên li Başûrê Kurdistanê

Demên dawiyê gelek caran agir bi bazarên li Başûrê Kurdistanê dikeve.

27ê Sibatê jî agir bi Bazara Lengeyê ya Hewlêrê ketibû û herî kêm 200 dikan şewitîbûn.

Bazara Lengeyê ya Hewlêrê 8ê Nîsanê careke din şewitîbû.

Dîsa 5ê Gulanê agir bi Bazara Qeyseriyê ya dîrokî ya Hewlêrê ketibû.

1ê Nîsanê jî agir bi Bazara Çelê ya li navenda Dihokê ketibû.

19ê Gulanê jî agir bi Qeyseriya Kevin a Kerkûkê ket û gelek dikan şewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst