Bi piştgiriya Kuweyt û Tirkiyê li Efrînê 3 komelgehên niştecihbûnê tên avakirin

02-07-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Kuweyt Komelgehên Niştecihbûnê Dezgeha Xêrxwazî ya Sakhaa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Kuweytê û koordinasyona Tirkiyê ji bo Erebên hawirde 3 komelgehên niştecihbûnê tên avakirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya bi navê Sexaayê bi piştevaniya Kuweytê û koordinasyonê Tirkiyê li gundewarê Efrînê ya ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de ye komelgehên niştecihbûnê yên nû ava dike.

Li gorî nûçeya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) Dezgeha Xêrxwazî ya Sexaayê li gundewarên Efrînê bi makîneyên giran darên zeytûn û daristanan radikin û ji bo ku malbatên çekdarên girêdayî Tirkiyê lê bên bicihkirin 3 komelgehên niştecihbûnê ava dike. Ev yek di demeke wisa de hat ku Tirkiye penaberên Sûriyê bi zorê ji Tirkiyê dersînor dike.

Tirkiye bi avakirina komelgehên niştecihbûnê yên li herêmên Rojavayê Kurdistanê ku dagir kiriye hewl dide li şûna Kurdan Ereb û Tirkmenên hawirde bicih bike û guhertina demografiyê pêk pîne.

SOHRê ragihand ku operasyonên guhertina demografîk ên di çarçoveya xebatên mirovî yên li Efrînê de, ji aliyê hêzên Tirk ên ku herêmê dagir kiriye berdewam dikin.

Herwiha di heman çarçoveyê de Encûmena Xwecihî bi piştgiriya Qeter û Filistînê û di bin çavdêriya rêxistineke mirovî de gundê niştecihbûnê “El-Emel 2”yê li Tirindê ya gundewarê Efrînê vekiribû.

Li gundê ku 500 yekîneyên niştecihbûnê hene, du dibistanên zarokan, stadyumeke futbolê, baxçe, klînîk, mizgeft û fêrgeheke Qurana hene.

Dagirkirina Efrînê

Di18ê Adara 2018an de herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye hat dagîrkirin, ji wê demê ve zêdetirî 400 hezar welatiyên Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin û li şûna wan zêdetirî 400 hezar malbatên biyanî yên parêzgehên Sûriyê hatine bicihkirin.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst