Serê Kaniyê: Grûpa Siltan Mûrad dest danî ser 112 qurbanên cejnê

02-07-2023
RÛDAW
Nîşan Serê Kaniyê Grûpa Siltan Mûrad Qurbanên Cejnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Siltan Mûrad a ser bi Tirkiyê ve dest danîn ser 112 qurbanên cejnê.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 1ê Temûzê li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Siltan Mûrad a ser bi Tirkiyê ve dest danîne ser 112 qurbanên cejnê ku ji aliyê rêxistineke mirovî ve bo kampa koçberên Iraqî hatibûn pêşkêşkirin.

Li gor heman çavkaniyan, çekdarên grûpa Siltan Mûrad derbasî serbirxaneya bajar bûne û dest danîn ser wan her 112 qurban di dema serbirrînê de. Herwiha bi rêya du barhilgiran veguhestine baregehên xwe yên li gundê Til Helefê li başûrê Serê Kaniyê.

Roja duyem a Cejna Qurbanê jî, çekdarên grûpa Ehrar el-Şam a ser bi Tirkiyê ve derbasî serbirrxaneya bajarê Serê Kaniyê bûbûn û di encam de 8 qurbanên cejnê yên malabateke Kurd biribûn û endamekî wê malbatê jî girtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst