Li Efrînê çekdarekî destdirêjî li keçeke 13 salî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarekî grupa Firqeya Hemzat a ser bi Tirkiyê ve li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê destdirêjî li keçeke 13 salî kir.

Rêxistina Mafên Miorvan a Efrîn - Sûriye ragihand ku çekdarê bi navê Mihemed Cumaa yê ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve, destdirêjî li keçeke 13 salî kir.

Li gorî Rêxistina Mafên Miorvan a Efrînê Mihemed Cumaa yê ku endamê grûpa Firqeya Hemzat e, roja Înê 30ê Hezîranê li gundê Ciwêq ê ser bi bajarê Efrînê ve, keça 13 salî revand û piştî ku destdirêjiya seksî lê kir, ew vegerandiyee nav malbata wê û reviya bajarokê Cindirêsê.

Rêxistina Mafên Miorvan ya  Efrîn - Sûriye eşkere kir ku çekdar Mihemed Cumaa, bi hinceta ku alîkariyên mirovî pêşkêşî malbata keçikî bike diçû wê mala wan.

Rêxistina Mafên Miorvan ya  Efrîn - Sûriye da zanîn ku bavê wê keça 13 salî, 93 salî û nabîna ye, rewşa tendirustî ya diya wê jî ne baş e.

Herwiha çekdarê ku destdirêjî li keça 13 salî kiriye, berê ji ber kiryarên wiha hatibû girtin.