Li Wanê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn: 19 kes birîndar bûn

03-07-2023
Zozan Çetîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve mînîbusek û otomobîleke rêwiyan li hev qelibîn û di encamê de 19 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan, derengiya şeva 2ê Tîrmehê 2023an li ser rêya di navbera Erdîş û Wanê de mînîbusek û otomobîlek rêwiyan li hev qelibîne.

Di encama bûyerê de 19 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirin, cendirme, polîs û tîmên hawarçûnê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên hawarçûnê 19 kesên ku di her du otomobîlan de birîndar bûne, bi Ambulansan birine nexweşxaneyên Wan û Erdîşê.

Li gor agahiya rewşa tendirustiya birîndaran baş e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst