Li Amedê 3 kes xeniqîn; 2 ji wan bira ne

02-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Amed Çinar Gêlê Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Gêl û Çinarê yên ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve di Gola Bendava Dîcleyê de du bira û ciwanek xeniqîn.

Li gor agahiyan, îro 2ê Tîrmeha 2023an li navçeya Gêlê ya Amedê du birayên bi navê Ridvan Akdemir ê 28 salî û Îbrahîm Akdemir ê 24 salî ji bo avjeniyê bikin xwe avêtine avê.

Piştî demekê Ridvan li ber avê çûye û Îbrahîmê birayê wî xwestiye wî rizgar bike, lê wî nekairye birayê xwe rizgar bike û her du bira li ber avê çûne û xeniqîne.

Li ser agadarkirinê, tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û bi hevkariya welatiyan termên her du birayan ji golê derxistine.

Termên her du kesan ji bo karê otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Gêlê.

Her îro li navçeya Çinarê jî ciwanê 17 salî yê bi navê S.O ji bo ku avjeniyê bike xwe avêtiye gola avê, lê di nav avê de hevsengiya xwe ji dest daye û xeniqî ye.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û piştî derxistina term ji golê termê wî ciwanî bo otopsiyê veguhestin nexweşxaneyê.

Li gor amarên fermî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nav mehekê de 55 kesan di avê de xeniqîne. Hatiye diyarkirin ku piraniya kesên xeniqîne temenê wan 20 û jêr 20 salî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst