Li Sêwazê bûyera trafîkê: 2 ciwan mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Altinyayla ya ser bi parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê ve motorsîklêtek û pîkapek li hev qelibîn û di encamê de 2 ciwanan canê xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan, îro 2ê Tîrmeha 2023yan li Taxa Kale ya navçeya Altinyayla ya Sêwazê motorsîklêta ku O.A yê 17 salî dajot ji rê derketiye û derbasî xeta beramber bûye û li pîkapa ku K.Y yê 19 salî dajot qelibî ye.

Di bûyerê her du kesên ku siwarê motorsîkletê bûne, bi dijwarî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û cendirme gihîştin cihê bûyerê.

Birîndar bi ambulansan ber bi nexweşxaneyê ve hatine veguhastin, lê yek ji birîndaran ku şofêrê motorsîkletê bûye û navê wî O.A bûye, di rê de canê xwe ji dest daye.

Birîndarê din ku navê wî B.K û 16 salî bûye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Altinyayla tevî hemû hewldanên pizîşkan canê xwe ji dest daye.

Li gor agahiyan, şofêrê pîkapê yê bi navê K.Y ji aliyê cendirmeyan ve hatiye desteserkirin.

Dîmenên dema bûyerê ji aliyê kamerayeke çavdêriyê ve hatiye tomarkirin.