Grûpên çekdar li Efrînê kêlên goristanan didizin

02-07-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Erebên Hawirde Têkdana Goristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê û Erebên hawirde goristana gundekî Efrînê têk dane, da ku kevir û mermerên wê bidizin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye ku çekdar û Erebên hawirde goristana Ini-zlî ya gundê Dode yê li navçeya Meydana têk dane.

Li gorî heman rêxistinê, têkdana goristanê bi mebesta diziya kevirên mermer ên gorên miriyan e.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê berê jî, grûpên çekdar û Erebên hawirde, li goristanên gundên Şêx Urzê, û mezargeha Şêx Hemîd li Qestel Cindo û bi dehan mezargeh û goristanên din ên li herêma Efrînê têk dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst