Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrex a Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê di şerê çekdarî ya ku ji ber nakokiya erd û zeviyan derket de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Nakokiya di navbera şêniyên taxên Yalinagaç û Armagan ên ji ber erd û zeviyan veguherî şerê çekdarî û 5 kes birîndar bûn, rewşa kesekî giran e.

Li ser agahiya kesên li derdorê tîmên ewlehiyê û tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Yek ji birîndaran Silêman A. ê ku ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hat rakirin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê canê xwe ji dest da.

Tîmên ewlehiyê li derdorê tedbîrên ewlehiyê girtin.