29 sal di ser Komkujiya Madimakê re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Di 29emîn salvegara Komkujiya Madimakê Sêwaz a Bakurê Kurdistanê de 33 qurbaniyên komkujiyê ku piraniya wan rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Elewî bûn, li beşeke zêde ya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi çalakî û merasîman tên bîranîn.

Îro Şemiyê 29 sal di ser Komkujiya Hotela Madimakê ya li parêzgeha Sêwazê re derbas dibin û salane bi vê helkeftê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiye merasîmeke taybet bo bîranîna  qurbaniyên komkujiyê tê sazkirin û ew qurbanî tên bîranîn.

Biryar e îro 2ê Tîrmeha 2022an bi pêşengiya Platforma Demokrasiyê ya Sêwazê demjimêr 09:00 çalakî li ber deriyê Komaleya Çandê ya Haci Bektaşî Velî  dest pê bike û piştre kasûkarên qurbaniyan û beşdarvan heta ber deriyê Otela Madimakê bimeşin ku têde 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend ên praniya wan Kurdên Elewî, ji aliyê Îslamiyên radîkal ve hatibûn şewitandin. Di merasîmê de hejmareke zêde ya endamên rêxistinên sivîl, sendîka, saziyên pîşeyî, weqif û partiyên siyasî, bi hezaran kes beşdar bibin.

Li Sêwazê di çarçoveya çalakiya kulturî ya Pîr Sultan Abdal de ku 2ê Temûza sala 1993an ji aliyê Komeleya Kulturî ya Pîr Sultan Abdal ve hatibû organîzekirin, Îslamiyên radîkal Hotêla Madimak şewitandibûn û di encam de 33 nivîskar, zana û hunermend û 2 karmendên hotêlê canê xwe ji dest dabûn, ku li hotelê diman.