Li Osmaniye 35 koçber ji navenda koçberan reviyan
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Osmaniye ya Bakurê Kurdistanê bi dehan koçber ji navendeke demkî ya koçberan reviyan. Piştî reva wan hejmareke zêde ya xelkê wî bajarî ji bo destserkirinê dan pey wan koçberan û li gor dîmenên li ser medya civakî belav bûne di dema desteserkirinê de beşek ji wan bi hestên nijadperestî ya Tirkan êrîşî wan dikin û dibêjin em we li vir naxwazin.
Li gor zanyariyan şeva derbasbûyî li navendeke demkî ya koçberan a li bajarê Osmaniye ya Bakurê Kurdistanê 34 koçberên ku piraniya wan Efxanî bûn têlbendên wê navendê birîne û reviyane.
Piştî belavbûna nûçeyê hejmareke zêde ya xelkê wî bajarî li kolanan ketine pey wan koçberan da ku wan desteser bikin û radestî hêzên ewlekariyê bikin lê li gor dîmenên li ser medya civakî belav bûne di dema desteserkirinê de bi hestê nijadperestî êrîşî wan koçberan dikin û dibêjin wan naxwazin.
Li aliyê din parêzgariya Osmaniye jî têkildarî mijarê de daxuyaniyek belav kir û got, 35 koçberan xwe ji ser telbendên navenda demkî ya koçberan re avêtine û reviyane, lê tîmên cendermeyan 24 ji wan careke din destser kirine.
Parêzgariya navborî herwiha dibêje li navenda demkî ya koçberan rewş hatiye kontrolkirin û bo destserkirina 11 koçberên din jî lêkolîn berdewam in.