Di meha Hezîranê de herî kêm 12 Kurd ji aliyê Îranê ve hatine îdamkirin

02-07-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Bidarvekirina Kurdan Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêriya mafên mirovan roja Şemiyê ragihand ku Îranê li Rojhilatê Kurdistanê di meha Hezîranê de herî kêm 12 girtiyên Kurd bidarvekiriye û di heman mehê de zêdetirî 60 Kurd jî hatine desteserkirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ku navenda wê li Parîsê ye, di raporta xwe ya mehane de li ser binpêkirinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di meha Hezîranê de herî kêm 12 girtiyên Kurd ji aliyê Îranê ve hatine bidarvekirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku 8 bi tohmeta kuştina bi plan, 3 bi tohmeta madeyên hişbir û yek jî bi tohmeta endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatine bidarvekirin.

Herwiha di raportê de hat ragihand kesê bi navê Fîrûz Mûsalû, ku tê gotin endamê berê yê PKKê ye, piştî ku bi kelepçekirî ji girtîgeha navendî ya Urmiyê bo cihekî nediyar hat veguhestin, di 20ê Hezîranê de ji aliyê Îranê ve hatiye bidarvekirin.

Îranê di 5 mehên destpêkê yên sala 2022an de herî kêm 168 kes îdam kirine, li gorî sala 2021an di heman heyamê de 110 kes hatibûn darvekirin.

 Çavdêriya mafê mirovan her wiha got, di heyama mehekê de herî kêm 61 Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine desteserkirin, ku 5 ji wan cezayê girtîgehê girtine. Li gorî raporê di nava girtiyan de herî kêm 39 çalakvanên sendîkaya mamosteyan jî hene.

Di raporê de her wiha hatiye gotin ku pasdarên Îranê di meha Hezîranê de herî kêm kasibkarek ji Herêma Kurdistanê kuştine û yek jî birîndar kirine û herî kêm 13 kolber jî birîndar kirine.

Li gorî amarên meha Gulanê yên heman çavdêriyê, herî kêm 19 kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst