Firokeyên şer ên Tirkiyê nêzikî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Tirkiyê navçeya Sura Sêgirê ya qeza Amêdiyê bombebaran kirin. Heta niha derbarê ziyanan de ti zanyariyî nehatine bidestxistin.

Di videoyekê de ku welatiyekî ji Rûdawê re şandiye, îro Şemiyê 02-07-2, devera Sûra Sêgirê hat bombebarankirin.

Welatiyê bi navê Fayeq Balaway ku video ji Rûdawê re şandiye, wiha got “Îro danê êvarê demjimêr di 19:00an de balafirên şer ên artêşa Tirk navçeya Sora Sêgirê ya nêzî gundê Sêgirê ya navçeya Amêdiyê bomberdûman kir. Ev dever ji sê hefteyan zêdetir tê topbarankirin û bombebarankirin, lê ziyan nayê zanîn."

Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsanê ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîl li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin. Wezareta Berevaniyê yê Tirkiyê ragihandiye, operasyon li Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan berdewam e.

Li aliyê din ve îro danê êvarê demjimêr 18:00an de PKKê serbazgeheke artêşa Tirkiyê li nêzîka komelgeha Sîryê ser bi nahiya Şeladizê topbaran kir lê heta niha zerara topbaranê nayê zanîn