Serok Barzanî: PDK ne alîgirê nakokî û kûrkirina qeyranan e

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ligel Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir û got “Pêwîst e pirsgirêk bi rêzgirtina destûra bingehîn û sê prensîbên şirîkatî, lihevkirin û hevsengiyê bên çareserkirin. PDK ne alîgirê nakokî û kûrkirina qeyranan e, lê ya girîng ji bo wê parastina mafên destûrî û rûmeta welatiyan e.”

Serok Mesûd Barzanî îro ligel parlamenterên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ên parlamentoya Iraqê civiya.

Baregeha Serok Barzanî di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di civînê de rewşa siyasiya Iraqê, gavên ku di proseya siyasî de hatine avêtin û guhertin hatin rojevê.

Serok Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku her çend hilbijartinên Iraqê di Cotmeha 2021ê de hatin kirin, lê heta niha hikûmet nehatiye avakirin û serokomar jî nehatiye hilbijartin û got “PDK’ê hemû israr û hewlên xwe yên di pêvajoya piştî hilbijartinê de ji bo xizmetkirina hemwelatiyan û aramiya welat bû.”

Herwiha Serok Barzanî got: “Guhertin û hevkêşeyên siyasî çi dibin bila bibin, sedemeke me ya rewa heye. PDK ne alîgirê nakokî û kûrkirina qeyranan e, lê ya girîng ji bo wê parastina mafên destûrî û rûmeta welatiyan e.”

Li gor daxuyaniya baregeha Serok Barzanî; Serok Barzanî bi zelalî pêşniyarên xwe yên derbarê başkirina kar û xebata Koma PDKê ya li Parlamentoya Iraqê kiriye û wiha berdewam kir “Divê endamên Fraksiyona PDKê yên li Parlamentoya Iraqê xwe wek xizmetkarê welatiyan û dengderan bibînin.”

Di 12ê Hezîranê de 73 endamên Fraksiyona Tevgera Sedr li Parlamentoya Iraqê li hember xitimandina siyasî ya li Iraqê, nehilbijartina serokomariyê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, bi girseyî dest ji kar berdan.