Li Rojhilatê Kurdistanê qezayên trafîkê: 6 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema 3 bûyerên hatin û çûnê li Rojhilatê Kurdistanê 6 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Şevê din li ser riya Dulfan û Nehawendê li parêzgeha Loristanê, 2 otomobîlên taybet li hev xistin di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes kes birîndar bûn.
Li aliyê din, duh êvarê li ser cadeya navbera Qurwe û Bîcarê li parêzgeha Sineyê, otomobîleke taybet wergeriya û 3 kesan tê de canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Her şevê din li nav bajarê Kirmaşanê jî otomobîleke din ya taybet wergeriya û kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn, rewşa 2 ji birîndaran nebaş e.