Dosyeya Komkujiya Sêwazê: Malbat dadperweriyê dixwazin

02-07-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Di buyerên Sêwazê de heman demê 2 karmendên otelê û 2 êrişkaran jî jiyana xwe jidest dabûn
Di buyerên Sêwazê de heman demê 2 karmendên otelê û 2 êrişkaran jî jiyana xwe jidest dabûn
Nîşan Sêwaz Komkujiya Sêwazê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - 28 sal beriya niha di rojek weke îro de li bajarê Sêwaza Bakurê Kurdistanê di otelekê de 33 hemwelatiyên  Elewî ku di nav wan de zarok, jin  jî hebûn; ji aliyê grubên tundrew û nijadperest ve hatine şewitandin.  Nilgun Karababa ku di komkujiyê de xizmên xwe ji dest daye, îdîa kir ku parêzeran doza Komkujiya Sêwasê “firotine dewletê” û destnîşan kir ku wan ji ber vê sedemê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nedane. Lêbelê, parêzerê dosyeyê Şenal Sarıhan got ku wan wek şopdarên dozê erka xwe pêk aniye.

Roja 2ê Tîrmeha sala 1993ê 33 hunermend û hozan û nivîskar û rewşenbîrên Elewî yên ku ji bo beşdariya çaremîn festîvala miradhasilê Elewiyan Pîr Siltan Ebdal  çûbûn bajarê Sêwaza Bakûrê Kurdistanê ji aliyê grubên tundrew ve di otela madimakê de hatibûn şewitandin.

Di buyerên Sêwazê de heman demê 2 karmendên otelê û 2 êrişkaran jî jiyana xwe jidest dabûn.

Nîlgun Karababa di vê bûyerê de xwîşka xwe ya 20 salî Gulsîm û xwarziya xwe ya 21 salî Handan û çend hevalên xwe ji dest da. weke malbatên din malbata Karababa jî daxwaza edalatê dike.

Nîlgun Karababa xwîşka Gulsum Karababa ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Min şevek beriya bûyerê xewnek dît, di xewna min de Gulsîm û Hande govend dikirin û gotine min jî were em govendê bigirin. Ez nediçûm, ji xwe dema çûne Sêwazê gıotine min were ez dîsa neçûm. Rojek piştî xewna min me bihîst ku li Sêwazê êriş pêkhatiye. Wê demê weke niha telefon jî nebûn. Me bi telefona malê peywendî bi navenda asayîşê re kir. heta deqa dawî her digotin kesûkarên we baş in.”

Weke her sal îsal jî piraniya wan yên elewiyan beşeke zêde ya komele û rêkxistin û partiyên siyasî bi boneya bîrananîna 33 qurbaniyên şewatandina otela Madimak çalakiyan encam didin. Civaka elewiyan berdewam daxwaz dikin bûyer bi hemû aliyên xwe ve were aşkere kirin.

Mustafa Karabudak Serokê Komeleya Elewiyan ji Rûdawê re dibêje: “Em her sal bernameyên  bîranînê saz dikin, lê armanca ne ji bo nûkirina êşan e. Em tênê dixwazin ku hafizaya me wenda nebe û Madimak nehê jibîr kirin. Îsal jî ji bo bîrananînê,  li navenda me û şaxên me amadekarî hatine kirin. Ji destpêkê heta niha em dibêjin bila doza Madimakê nehê serpûş kirin, em dixwazin dewlet rûbirûyî rastiyan bibe.”

Her çende hejmara wan nayê zanîn lê hê jî hejmareke tawanbarên şewitandina otela madimakê  nehatina peydakirin. Dosyeya di derbarê wan kesan de 13ê Adara sala 2012ê  bi hegera ku dem serda derbasbûye hate betal kirin. Sala 2014ê  parêzaran careke din daxwaza darizandina kir û herî dawî roja 29ê meha 6 ya îsal dadgehê gotûbêj li ser daxwaz parêzeran kir û dosya bo demeke nediyar hate paşxistin.

Şenal Sarihan, parêzera dosyayê dibêje: “Di derbarê kesên wenda de, lêgerîn heye lê em dibînin kesên ku nikarin peyda bikin û dibêjin wenda bûne, dikarin herin belgeyên fermî bistînin, dikarin li îdareyên fermî karên xwe bikin wate dest û milên xwe dihejînin û bi azad digerin. Piştî ku dadgehên peywendîdar biryarên xwe yên dawî dan, me jî dosya radestî dadgeha Destûrê kiriye.”

Di destpêkê de li ser doza Madimakê 109 kes hatinbûn girtin , dawiyê proseya dadgehê hejmara girtiyan daket 34 kesan û her yek ji wan jî nêzîkî 15 sal ceza bo hate birîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst